Endamên NATO’yê plana Trump a Hurmuzê red kirin
Endamên NATO’yê ragihandin ku ew ê beşdarî dorpêçkirina Tengava Hurmuzê ya ji aliyê Donald Trump ve hatiye ragihand, nebin.
Endamên NATO’yê ragihandin ku ew ê beşdarî dorpêçkirina Tengava Hurmuzê ya ji aliyê Donald Trump ve hatiye ragihand, nebin.
Welatên endamên NATO’yê ragihandin ku ew ê piştgiriya plana DYE’yê ya dorpêçkirina Tengava Hurmuzê nekin.
Piştî têkçûna hevdîtinên bi Îranê re, Serokê DYE’yê Donald Trump ji bo trafîka deryayî ya li tengavê were astengkirin daxwaza piştgiriya navneteweyî kiribû. Lê welatên NATO’yê li hember vê bangê derketine.
Serokwezîrê Îngiltereyê Keir Starmer diyar kir ku ew piştgiriya plana dorpêçkirinê nakin û got, "Çiqas zext hebe jî, em ê nekevin şer."
Elmanya, Spanya, Îtalya, Polonya û Yewnanistanê jî şandina hêzên deryayî ji bo dorpêçkirinê red kirin.
Her wiha Emmanuel Macron ragihand ku Fransa bi Îngiltere û welatên din re, ji bo piştî pevçûnan ewlehiya çûn û hatina Tengava Hurmuzê mîsoger bikin wê bikevin nava hewldana avakirina mîsyoneke navneteweyî.
Macron anî ziman ku mîsyona plankirî wê "bi tevahî bi armanca parastinê be” û dema ku şert û mercên guncaw derkevin holê wê têkeve dewrê.
Li gorî Wall Street Journal ku xwe dispêre rayedarekî payebilind ê DYE’yê ku nexwest navê xwe bide, di dorpêça ku ji hêla Donald Trump ve di saet Ewropayê 16.00’an de ragihand de nêzîkî panzdeh keştiyên şer hatin bicihkirin.